Erdogan li Diyarbekrê Pirsa Kurd neanî ziman
Erdogan got, ku ev seredana wî îsal a çarem a li Diyarbekrê ye. Jiber ku Diyarbekir Tirkiye ye, Tirkiye jî Diyarbekr e. Ewrên terorê liser Diyarbekrê pêl dabûn, lê hukimeta Tirkiye Diyarbekir ji vê belayê azad kir û rûyê Diyarbekrê jî hate guhertin.
Ligor Erdogan, rewşa ewle û pêşkeftî ya Diyarbekrê girêdayî xebata desthilata Tirkiye ye. Şaredariyên HDP piştgirî didan terorîstan, pere rêdikirin Qendîlê, lê Qeyyûm wan pereyan li Diyarbekrê xwerc kirin.
Erdogan herweha behsa çendîn projeyên desthilatê li Diyarbekrê kir, bi taybetî jî avakirina nexweşxaneyan.
Pirsa Kurd li Diyarbekrê neanî ziman.
K24
