Almanyayê hemwelatiyên xwe li Tirkiyê hişyar kir: Ji ber axaftin û nivîsandinê neyên girtin!
Rojnameya “Deutsche Welle” a Almanî belav kir, Wezareta Derve ya Almanyayê daxwaz ji hemwalatiyên Alman dike hişyar bin bo aşkera kirina nerînên xwe li hember hikûmeta Tirkiyê, ji ber ku egera desteserkirina wan heye.
Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje, Tirkiye xelkê welatê xwe û rojnamevanan bê sedem û li ser axaftin û rexneyan desteser dike.
Amaje bi wê jî dike, ku du salên borî de gelek hemwelatiyên Alman li Tirkiyê hatine desteserkirin.
Bi nêzîkbûna demsala Havînê ve hejmarek mezin ji geştyarên ji Ewropa serdana Tirkiyê dikin û Almanya daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike, beşdarî kombûnan nebin û rexneyan li hikûmeta Tirkiyê negirin, ji ber metirsiya girtina wan heye.
Basnewas
