• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêka kêmbûna avê biryarek nû da

Gulan Media February 27, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêka kêmbûna avê biryarek nû da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî 3 milyar dînar da.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Sibata 2023an belav kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê û bandora hişkesaliyê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî 2 milyar û 878 milyon dînar ji bo kolandina 40 bîrên avê da.

Ew pereyê ku nêzîkî sê milyar dînar e, dê bi bi awyekî nextî û bi qonax li ser bûdceya asayî ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzar were xerckirin.

Herwaha diyar kir: “Ji ber bandora hişkesalî û zêdebûna daxwaza avê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî planên ji bo pêşxistina projeyên avê li deverên ku pirsgirêk hene, cîbicî dike.”

 

Basnews

Top