• Sunday, 15 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Berî Newrozê mûçeyê meha 12ê dê bê dabeş kirin!

Sefîn Dizeyî: Berî Newrozê mûçeyê meha 12ê dê bê dabeş kirin!
Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, ku hewldanên hene ji bo berî cejna Newrozê mûçeyê meha 12ê yê hemû fermanberan dê bê dabeş kirin.

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê îro 09.03.2019ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ê ku vê mehê tê dabeş kirin, mûçeyê meha 12 ya sala 2018ê yê fermanberan e.’’

Herwaha got, wezareta darayî mijûle û amadekariyan dike ku mûçe bê kêmkirin berî cejna Newrozê dabeş bike.

Berî naha BasNewsê belav kir ku îro wezareta darayî civînek ne asayî ango awarte pêktîne û sibe 10.03.2019ê ve mûçeyên wezareta Pêşmerge û mûçeyê meha 12ê yê fermanberan bê kêmkirin tê dabeş kirin.

Basnews
Top