Li Efrînê dest bi avakirina komelgeheke nû ji bo kesên hawirde kirine
Li herêma Efrînê, li nêzîk gundê Kîmarê Saziya el-Xeyr dest bi avakirina komelgeheke nû ya niştecîkirina hawirdeyan kiriye. Li nêzîk gundê Axcelê jî, ser bi Cindirêsê, dar ji zeviyekî hatine birîn û amadekariyên dirustkirina kampeke nû tên kirin. Hefteya borî jî, Ehmed Bekir, serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê ragihandibû ku bi piştevaniya Qeterê, kampek li gundê Hêkiçê hatiye dirustkirin.
Li vê devera Cebel el-Ehlam, li nêzîk kudê Kîmarê yê herêma Efrînê Saziya el-Xeyr dest bi avakirina komelgeheke nû ya niştecîkirina hawirdeyan kiriye.
Serokê Saziya El-Xeyr Şêx Îmam Qasim dibêje ew xanî ne demkî ne, lê daîmî ne û dê ziyandîtiyên erdhejê û koçberên ku hatine bakurê Sûriyê di wan de bên niştecîkirin.
Li nêzîk gundê Axcelê, ser bi Cindirêsê dar ji zeviyekî hatine birîn û amadekariyên kampeke nû tên kirin û dîmen wê bi taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.
Rêxistin sazî û kesayetiyên Efrînê dibêjin, piştî erdhejê, prosesa guherîna demografîk li Efrînê hatiye bilezkirin û berfirehkirin.
Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl di vê derbarê de ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re axivî.
Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl got: “Erdhejê wiha kir ku ev bileztir vê yekê bikin û niha bileztir komelgeh ava dikin û çadiran danin. Bes bo kesên Ereb çêdikin û hemûyan tînin li Efrîn û gundên wê bicih dikin, qet wan nabin cihên deverên Ereba ên weke Ezaz û Merayê. Darên xelkê bi şev dibirin û li wan deran çadiran danin û ezingan jî dibin. Bi şev vê yekê dikin daku dîmenên wan neyên tomarkirin.”
Ji aliyê xwe ve, nivîskar Mihemed Hemo ji heman bernameya radioya Rûdawê re got, berê %20 kurd li Efrînê mane, niha ew rêje li jêr metirsiyê ye.
Nivîskar Mihemed Hemo dibêje: ““Dibêjin li Efrînê ji 105 hezar heta 110 Kurd mane, bawer bikin ev hejmar rast e, ji ber ku li wan deran kesên serbixwe hene ku li ser van meseleyan kar dikin û haya wan jê hene çend Kurd têde ne. Dema em ji xelkên gundan dipirsin ew jî dibêjin ji sedî 20 heta ji sedî 30 Kurd têde mane.”
Hefteya borî jî, Ehmed Bekir, serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê ragihandibû ku bi piştevaniya Qeterê, kampek li gundê Hêkiçê ji 437 konan hatiye dirustkirin.
Bekir aşkere jî kir ku ew kamp dê bê berfirehkirin da ku 1000 konî li xwe bigire.
Rudaw
