• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentera Tikmen: Ew aliyên daxwaza paşxistina helbijartinê dikin tirsa wan ji kêmbûna hejmara kursiyên wan heye

Gulan Media February 27, 2023 Nûçe
Parlamentera Tikmen: Ew aliyên daxwaza paşxistina helbijartinê dikin tirsa wan ji kêmbûna hejmara kursiyên wan heye

Parlamentera Tirkmen li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad dibêje pêkhateya Tirkmen li sînorê parêzgeha Silêmaniyê tine, lê daxwaza diyar kirina kursiyên tirkmenan ji bo wê parêzgehê tê kirin û dibêje ew aliyên daxwaza paşxistina helbijartinê dikin, tirsa wan ji kêmbûna hejmara kursiya wan heye.

Sara Dilşad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nûnerên pêkhateyan ji aliyê pêkhateyan bixwe ve hatine diyar kirin û helbijartin û ew jî divê biryar li ser çarenivîsa wan kursiyan bidin. Ne ku wek hin alî dixwazin li hindek cîh nûner û kursî bo pêkhateyan diyar bikin, ku ew pêkhate li wan deveran tine ne.’’

Herwaha got: Ji bo nimûne ew aliyên ku dixwazin kursî bo pêkhateyên tirkmen li Silêmaniyê bê diyar kirin. Tirkmen li Silêmaniyê tine ne, lê tirkmen li Hewlêr û Duhokê hene, derveyî wê jî paşxistina helbijartinan ji aliyê yasayî ve baş nabe bo pêkhateya Herêma Kurdistanê.’’

Sara Dilşad diyar kir: ‘’Em wek aliyên tirkmen daxwaz dikin ji rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî rêgiriyê bikin li wan hewldanan û rê nedin ku bi bahaneye ku destwerdenê li kursiyên pêkhateyan bikin û kursiyên tirkmenan bo sînorê Silêmaniyê diyar bikin, ji bere w mijar dibe sedem bo kêm kirina mafê pêkhateyan û paşxistina helbijartinan.

Sara Dilşad diyar kir: ‘’Wek pêkhateya tirkmen  ku di rêveberiya welat em jî xwedî rola serekî ne û di kabîneya hikûmetê de jî taybet di kabîneya nehem de giringî gelek ji pêkhateyan re hatiye dayîn. Ji bo wê jî em daxwaz dikin ku helbijartin di dema xwe de birêve biçe û kursiyên pêkhateyan jî sedem nîne ji bo paşxistina helbijartina. Ew aliyên pirsgirêka wan a kêmbûna kursiyan heye, ji kursiyên pêkhateyan ditirsin û dibin sedem bo paşxistina helbijartinan.’’

 

Basnews

Top