• Friday, 20 February 2026
logo

Cenazeyê penaxwazekî Kurd li kampeke Almanyayê hat dîtin

Gulan Media February 27, 2023 Nûçe
Cenazeyê penaxwazekî Kurd li kampeke Almanyayê hat dîtin

 Li kampeke koçberan a li bajarê "Mönchengladbach" yê Almanyayê penaxwazekî Kurd bi mirî di odeya xwe de hate dîtin.  Polîsê Almanyayê daxwaz ji malbata wî dike, alîkar bin da ku bikarin sedema mirina wî eşkere bikin. 

Roja Pêncşemiyê 23 vê mehê, li kampeke penaberan li Almanyayê termê penaxwazekî Kurd ê xelkê Silêmaniyê yê bi navê Welîd Elî Emîn di odeya wî de hatiye dîtin.

Pizîşik di rapora xwe ya destpêkê de dibêje ku “sedema mirinê ne diyar e”.

Di peyamekê de Polîsê Almanyayê daxwazê ji malbat û xizmên wî penaxwazê Kurd kiriye ku di dema lêkolînan de alîkar bin û hemû zanyariyan derbarê wî de eşkere bikin.

Polîs ji malbatê xwestiye, derbarê wêya de ku eger Welîd nexweşî hebûbe an dermanek bi kar anîbe, zanyariyan bidin tîma lêkolînê ya polîs.

Welîd 41 salî û xelkê Silêmaniyê bûye, zewicî bûye û 5 zarokên wî hene. Hevjîna Welîd, Perwîn ji Rûdawê re got: “Mêrê min nexweşiya Şekir pê re hebû. Em li bendê ne ku polîs sedema mirina wî eşkere bike daku em bizanin sedema mirina wî xwezayî bûye yan na.”

Birayekê Welîd bi navê Xerîb ku li Silêmaniyê ye, dibêje nexweşiyên din jî bi birayê wî re hebûne. Xerîb diyar kir, tevî nexweşiya Şekirê, gurçikên Welîd jî bi başî kar nedikirin û nexweşiya dil jî pê re hebûye.

Xerîb dibêje, 3 rojan berî mirina Welîd, ew bi birayê xwe re axifiye û rewşa tendirustiya birayê wî baş bûye û ti gazinên wî ji rewşa xwe ya tendirustiyê nebûne.

Welîd Elî Emîn sala 1982an li Silêmaniyê ji dayîk bûye, sala 2015 tevî hevjîn û du zarokên xwe çûye Almanyayê, lê daxwaza wan a penaxwaziyê ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve nehatiye qebûlkirin, lewra ew li kampeke penaberan li bajarê Mönchengladbach ê li rojavayê Almanyayê dima. 

 

Rudaw

Top