Dêmeneke balkêş li Bakûrê Kurdistanê hat dîtin
Li Agirî welatiyek wêneya vê dêmena han girtiye.
Welatiyekî Kurd li navçeya Patnos ya ser bi Agirî li Bakûrê Kurdistanê, duhê êwarê derdor seat 6 û 6 û deh deqîqeyan dêmeneke balkêş dîtiye û wêneya vê dêmenê jî girtiye û kes heta niha nizane ev dêmen çiye û sedema vê jî çiye.
Welatiyê Kurd yê ku, ev wêne girtiye navê xwe Ercan Uçar e û dibêje seat 6 dema heva tarî dibû û li esmanê jî ewrên kêm hebûn, ji zemîn ve ber bi asmanê ve tiştek weke pêleke agirê anjî tîşka rûnakiyê, bilind bû û heta nava ewran jî diçû, ev dêmena han nêzî 8 heta 10 deqîqeyan berdewam bûye.
Uçar gotiye min meraq kir û weke her kes min jî ev wêne girt û min xwest pispor lêkolîn li ser vê bûyerê bikin.
