Li Çînê di kanayekî de hilweşîn pêkhat û 5 kes mirin
Li eyaleta Siçuan a li rojavayê Çînê ji ber hilweşîna kanayekî madenê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragehandin ji ber hilweşîna di kanaya madenê ya li eyaleta Siçuanê 25 kesa asê mane û ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn ragehand, 3 kes bi awayê birîndar hatine derxistin, lê kesên din hemû bi awayekî saxlem ji bin xirbeyên hilweşînê hatine derxistin.
Berî naha roja 22yê Sibatê li Herêma Xweser a Mogolîstan a Navxwe jî di kanayekî komirê de hilweşîn pêkhatibû û 6 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû, 47 karker jî winda bibûn û heta naha jî ti agahiyek derbarê wan de tine ye.
Basnews
