Ji Îranê bo Sûriyê: Wefadar bin û deynên xwe bidin!
Li gor nûçeya çapemeniya Îranê serokê lijneya asayîşa netewî û siyaseta derve li parlamentoya Îranê Hişmetulla Felahetpîşe ragehand, PKKê û PYDê, li rojavayê Kurdistanê li gel rejîma Sûriyê hin danûstan pêkanîne.
Herwaha ragehand, ku danûstanên PKKê û PYDê li gel rejîma Sûriyê bi şikestê temam bûne.
Serokê lijneya asayîşa netewî û siyaseta derve li parlamentoya Îranê di daxuyaniya xwe de, daxwaz li rejîma Sûriyê kiriye, deynên piştevaniyên Îranê yên ji bo rejîma Sûriyê hatine kirin pêwîste bên dayîn û divê rejîma Sûriyê wefadar be.
Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ango sala 2011ê ve, Îran bi rêkirina çek û çekdaran ve piştevaniya rejîma Sûriyê dike.
Li gor Netewên Yekbûyî, Îran salane 6 milyar dolar piştevaniya rejîma Sûriyê re xerc dike.
Basnews
