Rêveberekî Tevgera Gorran koça dawiyê kir!
Çapemeniya fermî ya Tevgera Gorran ragehand, îro 09.03.2019ê yekem sekreterê Civata Giştî ya Tevgera Gorran, fermandar û Pêşmergeyê kevin Selah Çawşîn piştî salek ser nexwaşiya wî ya penceşêrê derbasbû û li derveyî welat jî bi armanca wergirtina çareseriya nexweşiyê tedavî dît, li nexwaşxaneyekî Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Biryare îro demjimêr 12:00ê bi merasîmekê ve termê Selah Çawşîn li mizgefta Ehmedî Hecî Elî ve ber bi Girê Seywan bê birêkirin.
Li gor çapemeniya Gorran, Selah Çawşîn sala 1946 li malbatekî navdar a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û yekem sekreterê Civata Giştî ya Tevgera Gorran bû.
