Polîsê Iraqê: Di teqîna Mûsilê de 12 kuştî û birîndar hebûne
Şeva borî li taxa Musenna ya Mûsilê, otomobîleke bombekirî teqiya.
Ofîsa medyayê ya polîsê Iraqê li ser wê teqînê ragihandiye, di wê teqînê de 2 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên wê dezgeha Iraqî, yek ji wan kuştiyan keçikek 13 salî û yê din jî karmendekî asayişa Mûsilê bûye.
Basnews
