• Sunday, 15 February 2026
logo

Polîsê Iraqê: Di teqîna Mûsilê de 12 kuştî û birîndar hebûne

Polîsê Iraqê: Di teqîna Mûsilê de 12 kuştî û birîndar hebûne
Polîsê Iraqê ragihand, di teqîna şeva borî ya Mûsilê de 12 kuştî û birîndar hebûne.

Şeva borî li taxa Musenna ya Mûsilê, otomobîleke bombekirî teqiya.

Ofîsa medyayê ya polîsê Iraqê li ser wê teqînê ragihandiye, di wê teqînê de 2 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên wê dezgeha Iraqî, yek ji wan kuştiyan keçikek 13 salî û yê din jî karmendekî asayişa Mûsilê bûye.

Basnews
Top