Tirkiyê li dijî biryara Belcîkayê ya derbarê PKKê de bertek nîşan da
Li Belcîkayê, Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Brukslê, di dozekê de ku li dijî hin endamên PKKê hatibû kirin, biryar da ku ‘Nabe ev kes bi tawana terorîzmê bêne darizandin û Dozgriya Federal, di derbarê vê dozê de biryara ‘neşopandinê’ da.
Hamî Aksoy, di daxuyaniya di derbarê biryara Dadgeha Belcîkayê de ragihand ku tevî ku Dozgeriya Federal a Belcîkayê belgeyên di derbarê PKKê de pêşkêş kirine jî, Dadgeha Belcîkayê ev biryarê daye û got: “Ev biryar, ji bo rêxistinên terorî qadeke xeternak a îstismarê vekiriye.”
Aksoy, destnîşan kir ku dê Tirkiye, li dijî vê biryarê, tekoşîna xwe ya hiqûqî bimeşîne û got: “Derfet heye ku em li dijî vê biryarê serî li Dadgeha bilind a Belcîkayê bidin.
Di doza 36 kesên ku berpirsen bilind ên PKKê jî di nav wan de bûn, 36 gumanbar, bi tohmeta ‘beşdarbûna di çalakiyên PKKê de’ û ‘di nav rêxistinê de postên cuda wergirtine’ hatin darizandin. Dadgeha Belcîkayê li ser wê dozê roja înê biryara “Nabe ku bi terorîzmê bêne darizandin” dabû.
Wezareta Derve ya Belcîkayê: Helwesta hikûmetê naguhere, PKK rêxistineke terorîstî ye
Piştî biryara dadgehê, Berdevkê Wezareta Derve ya Belcîkayê Matthieu Branders bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Belcîkayê daraz serbixwe ye û got: “Ev biryar, dê biryara Belcîkayê ya ku PKKê wek rêxistineke terorît dibîne naguherîne. Tirkiye û Belcîka hevparên hev ên dîrokî ne.”
Rudaw
