• Sunday, 15 February 2026
logo

Xezelî: Amerîka neviyeke nû ya DAIŞê dirust dike

Xezelî: Amerîka neviyeke nû ya DAIŞê dirust dike
Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehiluleq a Iraqî Qeys Xezelî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê bi avakirina neviyeke nû ya DAIŞê tomatbar dike.

Qeys Xezelî di gotarekê de bi boneya roja “şehîdê bergîriyê” Balyozxaneya Amerîka, bergîriya Iraqê bû sedema serkeftina bi ser DAIŞê de, ne hêzeke din.

Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehiluleq got jî: “Niha Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kar ji bo zindîkirina neviya nû ya DAIŞê li Iraqê dike.

Ev gotina xezelî di demekê de ye, hejmarek ji parlemanterên Iraqê projeyek ji bo derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê daye Serokê Parlemantoyê û daxwaz kirine ku ev proje bê pesendkirin û hikûmet jî pabendî cibicêkirina wê projeyê bibe.

Esayib Ehil El-Heq mîlîşyayeke çekdarî di nava Heşda Şeibî de ye û yek ji wan hêzên ku rasterast ji aliyê Îranê vê tê arastkirin e.

Top