• Friday, 20 February 2026
logo

Serdar Azad: Îspat bû ku li Hewlêrê yasa û dewletmedarî heye

Gulan Media February 26, 2023 Nûçe
Serdar Azad: Îspat bû ku li Hewlêrê yasa û dewletmedarî heye

Serdar Azad ê ku xwediyên şîrketan ku dawiya heftiya borî gazindeya daxistina baskên şîrketên xwe dikir, bi rêya BasNewsê ve spasiya hemûyan dike ku ji bo vekirina ofîsa wan de hewkarbûn.

Di tomarekî vîdyoyî ya ji bo BasNewsê şandî de, Serdar Azad ê xwediyê şîrketa Eqarat li Hewlêrê ragehand: ‘’Min xwest ku spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parêzgerê Hewlêrê û serokê baskê Hewlêrê yê sendîkaya parêzerên Kurdistanê bikim. Herwaha spasiya hemû wan rojnamevanan dikim ku karîn peyama min bigehînin û nehiiştin ew karê neyasayî yê li ser min tê sepandin derbas bibe.’’

Herwaha got: ‘’Eger min dar birîne û her karekî neyasayî kiribe, stûyê me ji mû ziravtir e.’’

Navborî diyar kir bi vekirina ofîsên şîrketa wî, îspat bû ku li Hewlêrê yasa heye, dewletmedarî heye. Rexne dikim, li gel wê jî ez ne kadroyê ti partiyekî me, lê min rexne kirin û rexneyên min jî hatine qebûl kirin. Roja Pêncşemê jî ofîsên min hatin vekirin.’’

Serdar Azad dawiyê de jî spasiya BasNewsê kir ku di gehandina peyama wî de hewkar bûn.

 

Basnews

Top