• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Şeva borî Artêşa Îraqê dazwaza alîkariya me kir

Fermandeyekî Pêşmerge: Şeva borî Artêşa Îraqê dazwaza alîkariya me kir
Fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aşkere kir ku, şeva borî Artêşa Iraqê daxwaza alîkariya me kiriye.

Li gor medyaya Iraqê derengiyaşeva borî 6.3.2019 li sînorê Mexmûr karwanekî Heşdî Şeibî hat armanc kirin di encam de 6 çekdarên Heşdî Şeibî hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn.

Fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sirûd Salih ji BasNewsê re aşkere kir ku, hejmarek çekdarên din ên Heşdî Şeibî winda bûn û heta niha çarenivîsa wan ne diyare û hêzên Iraqê li wan digerin.

Fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku, piştî bûyerê artêşa Iraqê alîkariya hêzên pêşmerge xwest, da zanîn ku, hêzên pêşmerge piştî wê binkeyên DAIŞê li çiyayê Qereçûx topbaran kirin.

K24
Top