• Friday, 20 February 2026
logo

Erd liviya û 15 xanî wenda bûn

Gulan Media February 26, 2023 Nûçe
Erd liviya û 15 xanî wenda bûn

Ev bûyer li navçeyeke ser bi Meletî qewmiye.

Li gor jêderên çapemeniyê, duhê li kolaneke navçeya Înicîrlî ya li Doganşehira Meletî ya li Bakûrê Kurdistanê, piştî erdhejên dijwar, erd liviyaye û weke lehî herikiye.

Di encama bûyerê de 15 xaniyên li vê deverê bin ax ketine û erd ev xaniyên han wenda kiriye.

Tê gotin ku, ev bûyer di nava mezreayekê de çê bûye û ti zaniyarî jî derbarê şêniyên nava wan 15 xaniyan de nehatine bidestxistin.

 

K24

Top