• Friday, 20 February 2026
logo

Kerkûk – Hemû geştên biharê yên dibistanên xwandina kurdî hatin qedexe kirin

Gulan Media February 26, 2023 Nûçe
Kerkûk – Hemû geştên biharê yên dibistanên xwandina kurdî hatin qedexe kirin

Rêveberiya xwandina kurdî li Kerkûkê hemû geştên biharê yên dibistanan bo derveyî bajarê Kerkûkê qedexe dike.

Daxuyaniya rêveberiya xwandina kurdî li Kerkûkê agahdarî rêveberiya hemû dibistanên xwandina kurdî kir ku hemû cure geştek ji bo xwandevanan bo derveyî bajarê Kerkûkê qedexe ye û rê jê re nayê dayîn û eger berevajî wê bê kirin jî dê tevdîrên yasayî yên tund li hember rêveberiyên wan dibistanan bê girtin ku ew binpê kirin pêkanîne.

Li gor heman daxuyaniyê rêveberî daxwaz li xwandevanên xwandina kurdî dike ku bi ti awayekî daxwazê wî alî de pêşkeş nekin û daxwaza rezamendiya encamdana geşta xwandevanan nekin.

Herwaha hat gotin: ‘’Agahdarî dayîk û bavên xwandevan û xwandevanên azîz dikin ku nehêlin ti grub û rêxistinek geştê rêkbixe bo lavên we bo derveyî dibistanê yan jî di rojên în û şemî ku wek rojên betlaneyê ne, ji ber xwedê neke her bûyer û karesatekî neyê xwastin pêkbê, em wek perwerdeya xwandina kurdî jê berpirs nîn in û tîka dikin ku hewkarê me bin.’’

 

Basnews

Top