• Friday, 20 February 2026
logo

Di erdhejê de 1890 zarokên sewî hatine rizgarkirin

Gulan Media February 26, 2023 Nûçe
Di erdhejê de 1890 zarokên sewî hatine rizgarkirin

 Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê piştî erdheja Mereşê hezar û 890 zarok sewî ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê  3 zarokên rizgarkirî ku di Erdheja 6ê Sibatê de dayik û bavê xwe ji dest dane û ew jî piştî 10 demjimêran ji aliyê cîranên xwe ve ji bin kavilan hatine rizgarkirin, niha  ligel kalikê xwe neçar mane ji ajelan re şivantiyê bikin.

Welatî Yaşar Eroglu dibêje: “Kur û bûka min canê xwe ji dest dan. Hejmarek zêde xanî herifîn, herî zêde li gundê me herifîn. Qatê duyemîn herifîn û yê yek qat bûn jî zerar dîtine. Axûrên me jî bi erdê re bûne yek. Karesateke mezin bû.”

Ligel êşa wendakirina dayik û bavê wan, keriya pez ji bo wan bûye lîstikek daku bikaribin jiyana xwe bidomînin.

Ali Eroglu jî got: “Em êm didin ajelên xwe, em bi berxikan re dilîzin, ji wan hez dikin.”

Irmak Eroglu jî got: “Em ji xwe re dilizîn, zarokên mamê min tên û em ji xwe re bisikletê diajon.”

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê piştî erdheja Mereşê hezar û 890 zarok li wezaretê tomarkirî ne ku bê serpereşt ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Piştî kontrolkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirine hezar û 405 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin. Çareseriya 105 zarokên li nexweşxaneyan temam bûye û li saziyên wezaretê de di bin çavdêriyê de ne. Proseya dermankirina 380 zarokan jî li nexweşxaneyan berdewam e.

 Nasnameya hezar û 784 zarokan hatiye destnîşankirin û ya 106 zarokan jî hê nehatiye zelalkirin.

 

Rudaw

Top