Ji TİPê seredana Leyla Guven ê
Piştî seredana Leyla Guven ê li ber derîyê mala wê Erkan Baş daxuyanîyeke da çapemenîyê û got: “Me seredana Leyla Guvena ku eve 120 roje di grevê deye kir. hilbijartin rojava Tirkiye yê meşgul dike, lê em mecbûrin ku grevên birçibunê bikin rojeva sereke ya Tirkiye yê. Eve demek dirêje hukumeta AKPê şereke dijî Kurdan û gelên Tirk vekiri. Wan Tirkiye kirine weke girtigeheke ser vekiri.
Leyla guven her çiqas weke parlementer hatibe bijartin jî bê huquqî di girtigehê de hat girtin. Ne hiştin ew erka welatîya dayî wê ye ku parastina aşitî, wekhevî û azadîyê bine cih. Leyla Guven ne tinê bo xwe ji bo tecrita ku li ser hemu gelan daxwaze rabe. Ji ber wê ji emê dengê wê hata ji me tê bilind bikin. Çi bikeve ser milê me emê bikin.”
Ji aliyê din ve piştî seredana Leyla Guven ê seredana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê û şaxa Amedê ya Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê kirin.
