Şandeke Wezareta Bazirganiya Iraqê ji bo çareserkirina çend pirsgirêkan tê Hewlêrê
Parlamenterekî kurd ragihand, biryar e îro roja şemiyê 25.02.2023 şandeke Wezareta Bazirganiya Iraqê ji bo çareserkirina çend pirsgirêkan biçe Hewlêrê.
Parlamenterê parlamentoya Iraqê Biryar Reşîd ji BasNewsê re ragehandiye: ‘’Mafê karmendên kompanyayên xorakê li Silêmaniyê weke mûçe nayê dayîn, ji ber wê jî me bi devkî derbarê vê pirsgirêkê Wezareta Bazirganiya Iraqê de agahdar kiriye û wû şandeke wezaretê îro serdana Hewlêrê bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Biryar Reşîd herwiha dibêje: ‘’Sala borî Wezareta Bazirganiya Iraqê 2 mehan ard ji welatiyên Herêma Kurdistanê re neşand, ji bo vê mebestê me daxwaz ji Wezareta Bazirganî ya Iraqê re kir û wan jî soz dabûn ku dê pêdaçûnê di wê pirsgirêkê jî de bikin û çareser bikin.
Li gorî wî parlamenterî, Wezareta Bazirganiyê ji wan re gotiye, di paşerojê de dê hemû formên xwarinê û zanyariyên welatiyan elektronîk bin.
Basnews
