• Friday, 20 February 2026
logo

Hijmara qurbaniyan 50 hezar kes derbas kir

Gulan Media February 25, 2023 Nûçe
Hijmara qurbaniyan 50 hezar kes derbas kir

Tenê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê zêdetir ji 44 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

19 roj bi ser erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Tirkiye û Sûriyeyê) re derbas dibe û li gor amarên dawî hijmara qurbaniyan li her du welatan 50 hezar kes bûne qurbanî.

Hate zanîn ku, li Tirkiyeyê 44 hezar û 218 kes û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 5 hezar û 914 kes di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

 

Top