• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê civiyan

Mesrûr Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê civiyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir û ragihand ku divê bi mekanîzmayeke hevdem û nûjen kar bo çareserkirina kêşeyên heyî were kirin û xizmetguzarî û derfetên kar û derfetên vegerandina penaberan werin afirandin.



Roja pêncşemê (07-03-2019) Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Alîkara Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Berpirsê Nivîsîngeha Aloziyan û Operasiyonên bo Aramiyê Denise Natali û şanda li gel wê civiyan.



Di civînê de ku Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrea Pek, Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê û hejmareke şêwirmend û berpirsên din têde beşdar bûn, behsa rewş û pêşhatên deverê yên siyasî û ewlekarî û herwiha bihêztirkirina têkilî û hemahengiya navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.



Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî bal kişande ser zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê li çend parêzgehên Iraqê û bo şerê dijî metirsiyên terorê tekezî li ser girîngiya lezkirin di avakirina mekanîzma hevbeş ya di navbera hêzên Pêşmerge, Iraq û hevpeymanan de kir û ragihand ku divê bi mekanîzmayeke hevdem û nûjen kar bo çareserkirina kêşeyên heyî were kirin û xizmetguzarî û derfetên kar û derfetên vegerandina penaberan werin afirandin.



Di beşeke din a civînê de şanda mêvan jî tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka bo çareser kirina kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de li ser handana alî û hêzên siyasî yên Iraqê berdewam dibe û ragihand ku jihevfêmkirin û lihev nêzbûna navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina tevahiya kêşeyên heyî dibe alîkareke baş bo dabînkirina aramî û aştiya ku bo Iraqê tê xwestin.



Gotûbêj û rêkeftina navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û rola Amerîkayê li deverê, mijarên din ên vê civînê bûn.

Rudaw
Top