Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariya Toronto ya Kanada tê bilind kirin
Roja 16ê Adarê, ku salvegera kîmyabarana Helebce ye, li bajarê Toronto, Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariyê tê bilind kirin.
Ew çalakî bi hewla welatiyek Kurd ê akinciyê Kanada bi navê Sertîb Kakeyî tê kirin.
Sertîb Kakeyî, beriya niha Serokê Mala Kurd - Kurdiş Haws li Toronto bû. Ji niha ve, bi alîkarî û piştevaniya Endamê Civata Şaredariya Toronto Cîm Kerecyanîs razîbuna bilindkirina Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariyê wergirtiye.
K24
