• Friday, 20 February 2026
logo

Dilşad Seîd peyameke piştgiriyê ji bo xelkê Efrînê belav kir

Gulan Media February 25, 2023 Nûçe
Dilşad Seîd peyameke piştgiriyê ji bo xelkê Efrînê belav kir

Muzîkjenê Kurd Dilşad Seîd ku xelata “Cemîl Horo û Bevê Selah” wergirtiye, peyameke piştgiriyê ji bo ziyandîtiyê erdhejê yên xelkê Efrînê şand û banga piştgiriya herêma Efrînê kir.

Dilşad Seîd di peyama xwe de dibêje: “Ne dîrok, ne erdnîgarî, ne siyaset û ne jî cîhan, di êş û azarên kurdan de li gel kurdan rawestiyan, heta ku xezeba erd, biyolojî û xwezayê bi ser wan de hat, mixabin, bê rehm û vê yekê jî zêdetir êş û azar li wan kir, bi taybetî di van rojên dijwar ên ku ew tê re derbas dibin. Kurdan li vir û di vê hevkêşeyê de, mixabin herî zêde bandor û zirar dîtine.”

Seîd diyar dike: “Piştî erdheja ku li Cindirês û Efrîn da, ev rewşa karesatbar derdixe holê û cihê gumanê nîne ku di piraniya nakokî û milmilaniyên li herêmê heye, ku Kurd bi giştî û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, ew aliyê herî lawaz û herî zêde di hevkêşeyê de, li gorî hevrêyên xwe yên li herêmê, êş û azaran dikişînin.”

Herwiha destnîşan dike: “Li vir, bi taybetî di rewşên mirovî û rewşên trajîk ên wiha de, divê mirov cudahiyê nexe di navbera komek û komeke din de, an jî di navbera aliyek û yê din de, ji ber şert û mercên awarte û rewşên trajîk ên ku li herêmên kurdî dijîn, bi taybetî devera Cindirês-Efrînê.”

Dilşad Seîd destnîşan dike: “Nedîtina çareseriyeke adilane ji vê pirsê re, çi xwezayî be, çi ji destê mirovî be, bêguman wê bibe sedema aloztirbûna rewş û nearamiya navçeyê û herwiha dê encamên neyînî û giran, ne tenê ji bo kurdan, lê belê ji bo hemû herêmê û gelê wê hebe.”

Herwiha diyar kiriye: “Li vir ez xemgîniya xwe ya kûr ji ber bûyerên ku li Efrînê bi serê xwişk û birayên min de hatin radigihînim û ez bang li hemû aliyan dikin ku bi her awayî piştgiriya herêma Efrînê bikin di vê rewşa dijwar de.”

 

K24

Top