• Friday, 20 February 2026
logo

Erdhejekê Herêma Kurdistanê hejand

Gulan Media February 25, 2023 Nûçe
Erdhejekê Herêma Kurdistanê hejand

 Îro danê sibê li Herêma Kurdistanê û çend navçeyên Iraqê erdhejekê rûda.

Beşa Pêşbîniya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê ragihand, erdhej bi hêza 4.3 pile li Herêma Kurdistanê rûda.

Herwiha eşkere kir ku navenda erdhejê li sînorê navbera Hewlêr – Mûsilê bûye û di kûrahiya 5 kîlometre di bin erdê de qewimiye, li piraniya bajarên Herêma Kurdistanê hat hîskirin.

Li gor çend tomarên vîdeoyê ku ji Kurdistan24ê re hatine şandin, di dema  erdhejê de li qezaya Xebat gulle têne  berdan, da ku xelk ji mala xwe derkevin derve.

Top