Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke balaya Amerkayê dicive.
Şandeya mêvan rola mêrxasaneya pêşmerge, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê teroê bilind nirxand û pesna pêkvejiyan û lêbuhurînîya navbera pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê heye da û tekîd li ser serkeftina pirosesa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi rêya diyalogê çareserkiirna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê di rojên zehmet û dijwar da ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa şerê dijî DAÎŞê, çewaniya binbirkirina hizra şidetxwaziyê û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene kir.
Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeya bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene çareser bike û got jî ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêş da çûne.
