• Friday, 20 February 2026
logo

Tacikistan: Di erdheja 7.2 de ti kes nemiriye

Gulan Media February 24, 2023 Nûçe
Tacikistan: Di erdheja 7.2 de ti kes nemiriye

 Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandiye ku Tacikistan  roja pêncşemê bi hêza 7.2 hejîya.

Navenda Torên Erdhejê yên Çînê ragihand ku kurahîya wê erdheja li nêzî sînorê Çînê 10 kîlometre ye.

Erdhejê bandor li herêmên Xinjang, Kaşgar û Artuksê jî kiriye.

Medyaya fermî ya Çînê, Xinhua ragihand ku bi erdhejê ti kesî canê xwe ji dest nedaye û birîndar nebûye.

Karbidestên Tacikistanê jî dibêjin ku erdhêja bi hêza 7,2 ti kes nekuştiye û birîndar nekiriye.

Li gor ragihandina Xinhua, xetên elektrîk û yên ragihandinê jî saxlem mane.

 

Basnews

Top