Erdogan: Min ji Trump re got em êrişî kurdan nakin!
Serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, şeva borî bû mêvanê bernameya hevbeş ya çend televîzyonên Tirkiyê û li ser hilbijartinan, rewşa Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din daxuyanî da.
Erdogan, mîna her car dîsa behsa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Tirkiye dikare di çarçoveya “Rêkeftina Adana” de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û berdin terorîstan!
Serokê Tirkiyê her wiha da xuyakirin, hinek caran rayedarên Amerîkî hinek xeletiyan dikin û dibêjin “êrişî kurdan nekin!” lê “min ji Trump re got ku şerê me ne li dijî birayên me yên kurd e, şerê me li dijî terorê ye…”
Erdogan, behsa wan çekan û alîkariyên ku Amerîka dide YPGê jî kir û got, bila Amerîka wan çekan ji YPGê bistîne û bibe, yan jî bide me. Emê bi pare jê bikirrin. Lê dîsa jî nadin me, belaş didin YPGê…!
K24
