• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime îsal hilbijartin were kirin

Gulan Media February 24, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime îsal hilbijartin were kirin

Serokwezîr li gel şandeke civata Pîran ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke civata Pîran ya Amerîkayê kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêm û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Mijara sereke ya civînê taybet bû bi reformên kabîneya 9an, bi taybetî reformên nava wezareta pêşmerge , pir cure kirina çavkaniyên dahatê,  dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan, pêşde birina kerta çandiniyê û henarde kirina berhmên navxweyî bo bazarên derve.

Her di heman civînê de me giftûgo derbarê girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, ti hincetek tuneye ku, ji vê zêdetir prosesa hilbijartinan were paşxistin û dibe îsal hilbijartin were kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî tevahiya asankarî û amadekariyên pêwîst bo hilbijartinan dike.

 

Top