• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî biryar da ku alîkariya darayî bê dayîn ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehan

Gulan Media February 23, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî biryar da ku alîkariya darayî bê dayîn ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesend kir ku zêdetir ji heft milyar dînar ji bo piştgirîkirina xwendekarên zanîngeh û peymangehan were terxankirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bernameya kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û mehane zêdetirî 7 milyar û 250 milyon dînar ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê xerc bike û ji bo sala akademîk (2022-2023) ji beşên navxweyî re xizmet pêşkêş dikin.

Ev mîqdar dê bi heman şêweya sala xwendinê ya 2021-2022 li ser butçeya zanîngeh û peymangehan were veqetandin.

 

Basnews

Top