• Friday, 15 May 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandekî hikûmeta Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandekî hikûmeta Urdinê kir
Serok Barzanî pêşwazî li wezîrê pîşesazî û bazirganî û şandeya li gel kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja pênçşem 07.03.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hikûmeta Şahnişîna Urdinê kir ku ji Dr. Tariq El Himurî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî û Menteser Eqle Balyozê Urdin li Iraq û Heysem Ebulful Konsolê Şahnişîna Urdin li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Urdin li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdinê silavên Şah Abdullah Padişahê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê kir. Her wiha pêzanînên xwe jî hebû, ji bo wê aramî û pêkvejiyana li Kurdistanê da heye û wê yekê bi sedema pêşketin û paşarojeke baş da zanîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Padişahê Urdinê kir û bi dost û birayê xwe zanî û her wiha pêzanînên xwe ji bo helwestên Padişahê Urdinê li beranber gelê Kurdistanê de hebû.

Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna hizra tundî û terorê hate guftûgo kirin.

Her wiha pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Basnews
Top