Tirkiye li aliyê Efrînê deriyeke nû yê sînorî vedike
Li aliyê Sûriyê, deriyên sînorî yên li ser sînorê Tirkiyê, di destê 3 aliyên; Hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Opozisyona Sûriyê de ne, lê li aliyê din, hemû derî di bin kontrola hikûmeta Tirkiyê de ne.
Deriyên sînorî yên Qamişlo, Dirbêsiyê, Girê Spî, Kobanî, Cerablus, Bab el-Selame, Bab el-Hewa û Keseb, ew heşt deriyên sînorî ne, ku li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ne.
Ji wan deriyan, 2 deriyên Qamişlo û Keseb di destê hikûmeta Sûriyê de ne û herdu derî jî girtî ne û ti liv û tevgereke bazirganî, yan jî hatin û çûna xelkê di wan deriyên sînorî re nayê kirin.
Herwiha, 3 deriyên Dirbêsiyê, Girê Spî û Kobanî jî di dstê Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne û ew hersê derî jî girtî ne.
Li aliyekê din sê deriyên sînorî yên Cerablus, Bab el-Selame û Babe el-Hewa jî di destê hêzên opozisyona Sûriyê de ne. Her sê deriyên di destê opozisyonê de vekirî ne û him tevgera bazirganî wan deriyan tê kirin û him jî xelk di wan deriyan re hatin û çûnê dikin.
Niha deriyeke nû li aliyê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi navê deriyê sînorî yê Çiqlê Zeytûnê tê vekirin. Deriyê nû ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê vekirin û dikeve ser sînorê parêzgeha Hatay ya Tirkiyê.
Bi vekirina deriyê Çiqlê Zeytûnê, hejmara deriyên sînorî yên navbera Sûriye û Tirkiyê dibe 9 deriyên sînorî.
Hevkarên me li ser vê mijarê Video Wallek amade kirine û zanyariyên zêdetir li ser deriyên sînorî yên navbera Sûriye û Tirkiyê pêşkêş dikin.
Rudaw
