• Sunday, 15 February 2026
logo

Partiyên Rojhilatî: Bila Newroza îsal bibe Newroza Govenda Azadiyê

Partiyên Rojhilatî: Bila Newroza îsal bibe Newroza Govenda Azadiyê
Partiyên Rojhilatî bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê dikin, Newroza îsal bikin “Govenda Azadiyê”.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji 4 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, di daxuyaniyekê de bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir Newroza îsal bikin “Newroza Govenda Azadiyê”.

Di daxuaniyê de her wiha daxwaz ji gelê Rojhilat hatiye kirin di tevahiya merasimên pîrozkirina Newrozê de dirûşma “Yekrêzî û Hevkariya Me, Nîşana Serkeftina Me Ye” bikin dirûşma serekî û kincên kurdî li ber bikin, poşîyê (cemedanî) bidin serê xwe û gulên sor bidin hev.

Wan partiyên siyasî daxwaz kirine ji hemû demê zêdetir û bihêztir li dijî zilm û zora rêjîma îslamî ya Îranê derkevin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ji PDKÎ, PDK, Komeleya Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê pêk hatiye.

Basnews
Top