Hêzeke ferehregez rojhilatê Firatê diparêze
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino got, proseya kêmkirina hêzên Amerîkî berdewam dibe, dema ew prose bidawî bibe, bi hevpeymanan re ji bo pakirina navçeyên rizgarkirî û encamdana operasyonên diyarkirî yên jinavbiina terorê û peydakirina ewlehî û aramiyê berdewam dibin.
Palladino amaje diyar kir, guftûgoyên di navbera Washington û hevpeymanan derbarê pêşeroja navçê berdewam in, lê Palladino navê wan welatên ku hêza ferehregez pêk tînin aşkere nekir.
Amerîka di meha Berçileya 2018an de biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dabû, lê piştre got, ewê 200 leşkerên Amerîkî wek hêza parastina aştiyê li rojhilatê Firatê bihêlin.
Ev di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Amerîka roja Sêşema bûrî 5ê Adarê derbarê rewşa Sûriyê de guftûgo bi hevpostên xwe yên Brîtanî û Fransî kir hevdîtin bi Şanderê Navdewêletî yê ji bo Sûriyê kir.
K24
