• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsye: Em dixwazin têkiliyên xwe li gel Kurdistan berfiretir bikin

Gulan Media February 22, 2023 Nûçe
Rûsye: Em dixwazin têkiliyên xwe li gel Kurdistan berfiretir bikin

Dibêje me heta niha çend karên steratejîkî bihevre kirine.

Serokê komîteya têkiliyên derve yê parlementoya Rûsyeyê ( duma) Leonid Slutsky diyar kiriye ku, Rûsye û Kurdistan bihevre gelek kar û projeyên steratejîkî bi hevbeşî cîhbicîh kirine û niha jî Rûsye dixwaze û hewl dide daku, têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Leonid Slutsky behsa vê yekê jî kiriye vê di demeke nêz de şandeke bilind paye ya parlementoya Rûsyeyê serdana Îraq û Kurdistanê bike û gelek proje hene ku, em dikarin bi hevbeşî wan cîhbicîh bikin û bi sêya wan jî têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê bihêztir bikin.

Top