Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir
Îro 22.02.2023yê Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya birayê wî peyamekî serxweşiyê arasteyî Xesrew Caf kir.
Li gor Baregeyê Barzanî peyama Serok Barzanî waha ye:
Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo Xusrew Caf
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Xusrew Caf
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê hoza Caf û birayê we yên birêz Kîsra Caf gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Kîsra Caf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.02.2023
