• Friday, 20 February 2026
logo

Nêzîkî 180 hezar ziyandîtiyên erdhejê ji alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûdmend bûne

Gulan Media February 22, 2023 Nûçe
Nêzîkî 180 hezar ziyandîtiyên erdhejê ji alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûdmend bûne

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) radigihîne, di heyama 15 rojên borî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê alîkarî pêşkêşî 179 hezar û 905 kesan kirine.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hat, tîmên wan di 15 rojan de zêdetirî 84 hezar daneyên xwarinên germ, 43 hezar betanî, doşek û balîf, 45 hezar set ava vexwarinê, 19 hezar pakêtên xwarinê, 20 hezar xwarinên fast food, 4 hezar test û dermankirin, 9 hezar sobe, 6 hezar çilûberg, 3215 kon, 8 hezar qutiyên şîr û pêwîstiyên zarokan belav kirine.

Diyar kir jî, tevahiya alîkariyên ku li herêmên erdhejan hatine belavkirin li Dîlokê 35 hezar û 440 kesan, li Samsunê 23 hezar û 445 kesan, li Rihayê 9 hezar û 70 kesan, li Edeneyê 9 hezar kesan, li Diyarbekirê 29 hezar kesan, li Mereşê 44 hezar û 580 kesan, li Efrînê 22 hezar û 656 kesan ji alîkariyên curbicur sûd wergirtine.

Roja 6ê Sibata 2023an piştî çend demjimêran ji erdheja bihêz a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezirîner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî, tîmên hawarhatinê û karwanên hawarhatinê ji bo alîkariya ziyandîtiyan ber bi navçeyên erdhejê bi rê ketin.

 

K24

Top