Wezareta Darayî ya Iraqê 522 milyar dînar dişîne Herêma Kurdistanê
Serokê demkî yê Lijneya Darayî yê li Parlementoya Iraqê Ehmed Sefar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Li gor zanyariyên ji Wezareta Darayî gihiştine destê me, vê mehê 522 milyar dînar dê ji bo mûçeyên fermanber û pêşmergeyan ji Herêma Kurdistanê re were şandin.”
Ehmed Sefar diyar kir: “Ti astengek li ber şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tine ye, tenê çend rêkarên teknîkî mane û bêguman vê mehê li gor budceya 2019an mûçeyên fermanberan dê werin şandin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, di civîna çend roj berê de Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên, hatiye diyarkirin ku meha Adarê li gor budceya 2019an mûçeyên fermanber û pêşmergeyan dê werin şandin.
Rudaw
