2 kesên çûbûn Umreyê bi kêran hatin kuştin
Li Mekkeya Erebistana Siûdî di êrîşa bi kêrê de 2 kes hatin kuştin. Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo Umrê çûne Mekkeyê.
Polîsê Mekkeyê ragihand ku gumanbarê ku di otêlekê de 2 kesên Cezayîrî bi kêran kuştiye hat desteserkirin.
Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û dosya şandin dozgeriyê.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ajansên Turîzmê yên Cezayîrê Selahedîn Tomî jî derbarê mijarê de daxuyanî da û da zanîn ku êrîşkarê Cezayîrî yê 40 salî beriya ku biçe Umreyê li nexweşxaneyeke derûnî dihat dermankirin.
Bi gotina Selahedîn Tomi gumanbar ji ber stres û hêrsê kontrola xwe ji dest daye.
Li ser bûyera kuştinê jî Tomî got: “Kesên hatin kuştin ji bajarê Constantine yê li rojhilatê Cezayîrê ne. Êrîşkar piştî ku yek li lobiya otêlê û yê din jî di odeya otelê de kuşt reviya.”
Rudaw
