• Friday, 20 February 2026
logo

Li Îranê sê welatiyên din yên Kurd hatin darve kirin

Gulan Media February 22, 2023 Nûçe
Li Îranê sê welatiyên din yên Kurd hatin darve kirin

Li girtîgeha Urmiyeyê hatine darvekirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, duhê sêşem li girtîgeha navendî ya li Urmiyeyê 3 welatiyên Kurd ji aliyê rejîmê ve hatine darvekirin.

Hengawê diyar kiriye ku, ev her sê welatiyên Kurd beriya demekî bi tawana kuştina keseke din hatibûn binçavkirin û dadgeha şoreşê jî cezayê darvekirinê daye wan û duhê li girtîgeha Urmiyeyê ev cezaya han hatiye cîhbicîhkirin.
 

Top