Mesut Tek bo Erdogan: Em ji Kurdistanê dernakevin, divê dagirkerên Kurdistanê derkevin
Mesud Tek dibêje, Tirk hezar sal berê ji Asyaya Navîn hatine Kurdistanê û beriya wan jî Kurdistan hebû. Ew ji welatê xwe dernakevin û divê dagirker ji Kurdistanê biçin.
Di bangeşeya hilbijartinên herêmî de Serokomarê Tirkiye, bi egera bikaranîna pêgeha Kurdistanê diyar dike: Li Tirkiye deverek bi navê Kurdistanê nîn e, yên ku dibêjin – Kurdistan, bila berê xwe bidin herêma Kurdistanê li Iraqê û ji Tirkiye bicehimin.
Liser van gotinên Erdogan, li Tirkiye gengeşeyek di derdora pêgeha Kurdistanê de destpê kiriye.
Waar.tv
