• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Amerîka: Pompeo pesnê Serok Barzanî daye

Wezareta Derve ya Amerîka: Pompeo pesnê Serok Barzanî daye
Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, Wezîrê Derve Mike Pompeo di pêwendiya telefonî ligel Serok Mesûd Barzanî de pesnê rola Barzanî daye di nehîştina terorê û başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de.

Roja 5 vê mehê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo telefona Serok Barzanî kiribû.

Li ser naveroka wê pêwendiya telefonî, alîkarê berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino di daxuyaniyekê de gotiye, Mike Pompeo di pêwendiya telefonî de ligel Barzanî, behsa şerê DAIŞê kiriye.

Robert Palladino her wiha gotiye, Pompeo pesnê rola Barzanî di nehîştina terorê û başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de daye.

Li gorî daxuyaniya wî rayedarê Wezareta Derve, Wezîrê Derve yê Amerîka li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî axiviye û gotiye, ew hêvîdar in hikûmetek wisa be ku bersiva daxwaziyên gelê Kurdistanê bide.

Basnews
Top