• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka grûpa Nuceba û serokê wê dixe lîsta terorê

Amerîka grûpa Nuceba û serokê wê dixe lîsta terorê
Wezareta Derve ya Amerîka mîlîşyaya Nuceba ya Iraqî û serokê Ekrem Kehbî dixe lîsta terorê.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, mal, samanên û berjewendiyên mîlîşyaya Nuceba ya ji aliyê Îranê vet ê piştevanîkirin blok kiriye.

Herwiha li gor biryara Wezareta Derve ya Amerîka, hemû serederiyeke Amerîka û Amerîkiyan bi serokê grûpa Nuceba Ekrem Kehbî re jî qedexe hatiye qedexekirin.

Ekrem Kehbî bi piştrvaniya rasterast a Îranê mîlîşyaya Niceba damezrandiye û hevdem jî hikûmeta Iraqê piştevaniya wê ya darayî dike, ligel wê jî pabendî biryarên Bexdayê nabe.

K24
Top