Hevalê nêzîk yê Erdogan: Stratejîya AKPê ya hilbijartinan xelet e!
Li gorî medyaya Tirkiyê, serokê berê yê parlementoya Tirkiyê Bulent Arinç, ku yek ji hevalên nêzîk yê serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan e jî, di civînekê de ligel namzedê AKPê yê şaredariya Enqerê Mehmet Ozhasekî rexneyên tund li siyaset û stratejîya AKPê ya hilbijartinan girtiye.
Li gorî agahiyan, Bulent Arinç behsa stratejîya AKPê ya bi navê “pirsgirêka beqayê” kiriye û gotiye, kî dibêje Tirkiye bi pirsgirêka beqayê re rû bi rû ye?! Ev ji ku derket! Ev stratejîyek xelet e.
Arinç dijîtiya xwe li hember namzediya Mehmet Ozhasekî jî aniye ziman û gotiye, beriya ku namzedê Enqerê were destnîşankirin min bi gelek kesan re hevdîtin kir. Ji 10 kesan 9 kesî dixwast Alî Babacan (wezîrê berê yê aborî) bibe namzed…!
Serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, ku di heman demê de serokê Tirkiyê ye jî, di tevahiya mîtîngên partiya xwe de dibêje, eger AKP bi ser nekeve “beqa”ya Tirkiyê dê bikeve metirsiyê!
Namzedê AKPê yê şaredariya Enqerê Mehmet Ozhasekî xelkê bajarê Qeyserî ye lê bûye namzedê Enqerê. Ev jî di nav AKPê de rastî hinek nerazîbûnan hatiye.
