Mexmurî: Divê kabîneya nû kar li ser peyvendiyên Kurdistanê û welatên ereb bike!
Xefûr Mexmûrî ji BasNewsê re ragehand, welatên erebî jî daxwaza wan a bihêz kirina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê heye.
Xefûr Mexmûrî amaje bi wê yekê jî kir ku di serdana xwe ya ji bo welatên ereb de, bi taybet jî Misir, Urdin û civîna li gel rewşenbîr û siyasetmedarên wan her du welatan de piştrast bûye ku ew her du welate pêwîst dibînin ku herêma Kurdistanê nûnertiya xwe li paytextên wan her du welatan vebike. Herwaha Qral Ebdula hewlên cidî dide bo wan peyvendiyan ber bi pêş ve bibe.
Mexmûrî dibêje, nabe herêma Kurdistanê 22 dewletên ereb piştguh bike û divê kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê karê cidî li ser vê mijarê bike.
Basnews
