Li Brezîlya ji ber karesata lehî û hezazê 35 kes mirin
Li eyaleta Sao Paulo ya Brezîlyayê di karesata lehî û şimitandina erdê ya ku ji ber barîna dijwar a baranê pêk hat de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li başûr rojhilatê Brezîlyayê baranên dijwar yên bi bandor li eyaleta Sao Paulo bû sedema hezaz û şimitandina erd û herwiha lehiyan.
Di daxuyaniya rayedarên eyaletê de hat diyar kir ku di encama lêgerînan de zarokekî 7 salî jî di nav de, herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragehandin, di dema xebata tîmên lêgerîn û rizgar kirinê ya li herêmê de, rêyên ku ji ber lehî û şimitandina erdê hatin girtin jî, careke din ji nû ve têne vekirin.
Bi sedema şimitîna erdê ya ji ber barana zêde, pîrozbahiyên di çarçoveya Karnavala Rîo ya li Sao Sebastîao, Ûbatûba, Îlhabela û Bertîoga hatin betalkirin.
Serokê şaredariya Sao Sebastîao Felipe Augusto ku diyar kir hejmareke zêde kes winda bûne û 50 malan zêdetir jî hilweşiyane got, ‘’ Tîmên me yên rizgar kirinê nikarin xwe bigehînin gelek herêman. Ev rewşeke gelekî tevlîhev e.’’
Basnews
