• Friday, 20 February 2026
logo

Erdhejê gundek ji nav bir; 155 kes mirin

Gulan Media February 21, 2023 Nûçe
Erdhejê gundek ji nav bir; 155 kes mirin

 Ji ber erdhejên navenda wê Mereş, gelek ziyan ber gundên Semsûrê ketine û yek ji wan gundan jî Gundê Bala ye. Li gundê ku niştecihê wê Elewî ne, ji 280 malan tenê çend mal mane û 155 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ji ber herdu erdhejên navenda wan Mereş ku li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandora wan hebû û zirareke mezin a canî û maddî gihand herêmê.

Di heman demê de ziyaneke mezin li gundan ketiye û yek ji wan Gundê Bala ye li Semsûrê ku 19 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e, Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk çû wî gundî.

Li Gundê Bala ku li gel 4 mezrayên xwe nifûsaê wê digihêje 2 hezar û 500 kesan ji xeynî çend xaniyên beton, hemû xaniyên bi kerpîç hilweşane û niştecihên gund niha di nava sermayê de li derve dimînin.

Xelkê Balyayê dibêjin ku ji ber erdhejê li navenda gund 105, li gundikan jî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Şêniyên gund û tevî xizmên wan yên li navenda Semsûrê hejmara miriyên ji vê yekê zêdetir e.

Welatiyê bi navê Halîl ji Rûdawê re got, di encama erdhejê de mala wî hilweşiya û ew bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin.

Halîl dibêje: “Dema em derketin, cîranên me jî digiriyan. Mala her kesî xera bû. Roja din danê êvarê 12 karmendên AFADê ji Mêrsînê hatin. Êvara erdhejê fermandarekî ku berê li Sesmsûrê bû û li Dersimê erkdar bû ligel 60 leşkeran hat. Wan 12 kes ji bin kavilan rizgar kirin.”

Dayika bi navê Xanim jî diyar kir ku ew bi zarokên xwe re li derve mane û di rewşeke zehmet de ne. Dapîra bi navê Fatma jî anî ziman ku mal û sewalên wê jî di bin xirbeyan de mane.

Niştecihên gund dan zanîn ku barîna berfê ligel erdhejê berdewam kir û ji ber vê yekê zehmetiyên mezin dîtin.

Welatiyê bi navê Hecelî jî diyar kir ku di dema erdhejê de deriyê malê li ser wan hatiye girtin û bi alîkariya cîranên xwe karîbûn derkevin derve û got: “Me çi ji destê me dihat ji gund rizgar kirin, yên din jî wefat kirin. Şikir ji Xwedê re AFAD ji Mêrsînê hat. Lê dîsa jî dewletê alîkarî neda me. Leşker hatin vir, lê dîsa jî tu alîkarî ji gundiyan re nehat. Mala xaltiya min ji betonê hatibû çêkirin, lê ew jî hilweşiya. Hevjîna wê mir. 100 serî pezê wan hebûn tenê 4 jê sax man.”

Welatiyê bi navê Haydar jî got: “Me cenaze 3 rojan defin kirin. Xêra wan mezin be hinek ji Mêrsîn, Dêrsimê hatin alîkariyê. Divê em malên xwe ji nû ve ava bikin. Çareya me nemaye.”

 

Rudaw

Top