• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka soz daye li Hewlêrê pirojeyan pêş bixe

Amerîka soz daye li Hewlêrê pirojeyan pêş bixe
Berpirsê giştî yê berhemanînê yê Hewlêrê Saman Areb dibêje, hikûmeta Amerîka ji wan re gotiye dê li Kurdistan û Hewlêrê pirojeyan pêş bixin.

Berpirsê giştî yê berhemanînê yê Hewlêrê, Saman Areb ji BasNewsê re got, peymankar û berhemhênerên Kurdistanê bi taybet yên Hewlêrê dîsa dest bi pirojeyên xwe yên ku beriya niha ji ber kirîza darayî nivîşkan mabûn, kirine.

Saman Areb her wiha got, beşek ji wan jî ji ber kêmasiyên qanûnî hîn dest pê nekirine. Eger her peymankar û berhemhênerek pêbendî qanûnê nebe hikûmet nahêle ew kar bike.

Wî berpirsê hikûmetê da zanîn, heta niha hinek piroje di warên pîşesazî, tenduristî û tûrîzmê de hatine pêşkêşkirin û got, hikûmet dê destpêkê rê bide pirojeyên pîşesaziyê.

Saman Areb da xuyakirin ku sala 2018 li gorî sala 2017, rêjeya pirojeyan 200% zêde bû û got, em pêşbînî dikin îsal ji par jî baştir bibe.

Li ser hatina berhemhênerên biyanî bo Kurdistanê jî, Saman Arab got, karsaz û berhemhênerên Erebistanî, Kuwêtî û Ewropî dixwazin li Kurdistanê kar bikin. Me bi rayedarên konsûlxaneya Amerîka re jî hevdîtin kir, wan jî soz dan li Kurdistanê pirojeyan pêş bixin.

Basnews
Top